H’emû nûçeSereke

Tu kes derheqa wê yekêda nabêje wekî Elîyêv piştgirê çêkirinê nîne û xirabkarê leşkerîye, lê Ermenîstan gerekê hevraxeberdana derbazke û şerkarîyê bike: Artûr Hovhannîsyan

Tu kes derheqa wê yekêda nabêje wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv çêkirçî nîne, lê ew yek nade kifşê, wekî alîyê ermenî gerekê hemû tiştî li ser bext bihêle û şekarîyê neke. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê fraksîya “Peymana sîvîl” Artûr  Hovhannîsyan gotîye.

“Sê roj pêşîya hevraxeberdanên li Bryûsêlê, Adirbêcanê her dem agir dibarande li ser axa Ermenîstana serbixwe.Hêzên meye sîlihkirî wan roja  bersivênê layîq dane û îzin nedane ku Adirbêcan nava qewilên leşkerîda pêşda bilivin û ji tabîya serkeftî mera xeberdin”,- Hovhannîsyan gotîye.

Bi gotina wî, Elîyêv çêkirçî nîne, xirabkarê leşkerîye û biryarên  mehkemên navneteweyî mîyaser nake û tu kes dijî vê yekê dernayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button