H’emû nûçeSereke

Armen Grîgoryan wextê hevdîtina wekîlên koordînasîyakirina pirsên ewlehkarîyê derheqa qezîyayên hindava ewlehkarîya Ermenîstanê raber kirîye

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li qeza Rûsîyayêye Moskvayê beşdarî hevdîtina navneteweyî, ya wekîlên koordînasîyakirina pirsên ewlehkarîyê bûye, wextê kîjanê bi axaftin pêşda hatîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî sêkrêtarê ewlehkarîyê nava axaftina xweda derheqa ewlehkarîya navneteweyî û herêmîda xeberdaye.

Ewî derheqa naskirina yekîtîya têrîtorîyada, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye û derheqa qezîyayên hindava ewlehkarîya axa Ermenîstanêda raber kirîye.

Armên Grîgoryan usa jî derheqa korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê.Dawîya axaftinê, sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye, wekî Ermenîstan bona normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê gava diavêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button