H’emû nûçeSereke

Ermenîstan 86,6 hezar çargoşe kîlomêtrê Adirbêcanê nas dike û hêvîdare, wekî Adirbêcanê jî 29,8 hezar çargoşe kîlomêtrê Ermenîstanê naske: serokwezîr

Ermenîstan pevketina li Bryûsêlê careke mayîn îzbat dike, li gorî kîjanê ew 86,8 hezar çargoşe kîlomêtrê Adirbêcanê nas dike û hêvîdare, wekî Adirbêcanê jî wê yekê îzbatke, wekî ew 29,8 çargoşe kîlomêtrê Ermenîstanê naske. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.

Parlamêntvana ji fraksîya “ Peymana sîvîl” Hrîpsîmê Grîgoryanê pirs kirîye, wekî bona çi Ermenîstan yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas  dike û hejmarên konkrêt dibêje.

“Çimkî hema pirsa mayîn ji wê yekê tê, ku gelo ew yekîtîya têrîtorîya kîjane, kîjanê nas dikin. Xeberdana Adirbêcanêye konkrêt heye. Ew dibêje, wekî Ermenîstan yekîtîya têrîtorîyayên wê nas nake û dêmek heger nas  nake wî çaxî Adirbêcan jî axa Ermenîstanê nas nake. Ew xeberdan li ber çevê civaka navneteweyî tê kirinê. Dema ku Adirbêcanê êrîşê tîne ser Ermenîstanê û em tevî civaka navneteweyî dikevine nava dîyalogê, ew dibêje, wekî Ermenîstan yekîtîya têrîtorîyayên wan nas nake û êrîş anîye ser  wan.Em bifikirin ku heger Ermenîstan yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas nake û heger Adirbêcan êrîşke, Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê bê li rex Ermenîstanê bisekine. Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dibêje wekî ezê bêm û li  rex we bisekinim lê ezê 30 dîtindarên qewat bişînim”,- serokwezîr gotîye.

“Em dikarin bêjin, wekî em 86,6 hezar çargoşe kîlomêtrên Adirbêcanê nas nakin û bi fikira me ew ewqase, lê 45,7 hezar kîlomêtre. Ewê jî bêjin, wekî Ermenîstan ne ku 29,8 hezar kîlomêtre, lê 8700 çargoşe kîlomêtre. Bo wê yekê jî ez îzbat dikim, wekî Ermenîstan pevketina li Bryûsêlê careke mayîn îzbat dike”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button