H’emû nûçeSereke
Wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der nikare gotina min şirove bike, lê gerekê wê yekê bizanibe: Paşînyan

Li parlamêntê Nîkol Paşînyanê serokwezîr usa jî derheqa şirovekirina wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayêda xeberdaye, ya ku girêdayî bûye Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvra.
Marîya Zaxarovayê gotibû, wekî Rûsîya şuxulkarîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv çawa ya gelekî kardar hesab dike. Feqet, ewê daye dîyarkirinê, wekî maf û mecalên her welatekî hene ku şuxulkarîya wê sîstêmê qîmetke.
Paşînyan gotîye, wekî serok û serokwezîrê Rûsîyayê tevî min qise dikin. Feqet wekîla wezîreta karên der nikare gotina min şirove bike, ew tenê gerekê derheqa wê yekêda bizanibe.







