Korîdora Laçînê gerekê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabe, li wir kontroleke başqe gereke nebe: Paşînyan gotîye Elîyêv

Li gorî elametîya 9 ê mijdarê, korîdora Laçînê gerekê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabe, xêncî wan tu kes gerekê li wir kontrol neke.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî gotîye.
Serokê Adirbêcanê sirîya xweda gotîye, ku giva korîdora Laçînê girtî nîne, vekirîye û giva ermenîyên Qerebagê rihet diçin û tên.
Nîkol Paşînyan jî gotîye: “Ez cara ewlin dibhêm, wekî Rûsîya piştgirîyê dide wê bernamê. Ez zanim wekî Rûsîya piştgirîyê dide vekirina hemû rêyên transportê û êkonomîkî”.
Paşê serokwezîr derheqa wê gotina Elîyêvda xeberdaye, nava kîjanêda Elîyêv “Rîya Laçînê” daye xebatê. Serokwezîr gotîye, wekî li gorî elametîya sêalî gotina “Rîya Laçînê” tune, lê gotina korîdora Laçînê heye, ya ku gerekê bin kontrola aşîtîparêzên rûsdabe.







