H’emû nûçeSereke

Pûtîn gotîye wekî piştî hevtêkê cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê wê rastî hevdu bên

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn gotîye wekî piştî hevtêkê cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê wê rastî hevdu bên, bona ku pirsên vekirina rîya bidine helkirinê. Derheqa wê yekêda  ajansa TASS ê gotîye.

“Em pevketine, wekî piştî hevtêkê serokwezîrên Rûsîyayê, Adirbêcanê û Ermenîstanê  rastî hevdu bên û pirsên  helnekirî bidine zelalkirinê”,- serokê Rûsîyayê wextê hevdîtina tevî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Pûtîn gotîye, wekî ev pevketineke başe û hêvîdare wekî pirsên helnekirî wê bêne helkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button