H’emû nûçeSereke

Bona Ermenîstanê pirsa korîdorê xeta sore: Artûr Hovhannîsyan

Sêkrêtarê fraksîya “Peymana sîvîl” Artûr  Hovhannîsyan li parlamêntê elam kirîye, wekî alîyê ermenî cara ewlin dibihê ku Rûsîya piştgirîyê dide fikira Elîyêve derheqa korîdora Zangêzûrêda.

Artûr Hovhannîsyan daye bawarkirinê, wekî gelek cara hatîye gotinê ku pirsa korîdorê xeta sore: “Wextê hevdîtina duh, ew yek careke mayîn hate îzbatkirinê”.

Bi gotina wî, bona Ermenîstanê ew yek xeta sore ku rê bidine alîkî mayîn: “Elîyêv nava axaftina xweda got, wekî dewekarîya wî ya hindava axa  Ermenîstanê tune û ew derheqa rîya ji axa serbest der nabêje.Em gerekê nava vê fikirdarîyêda pêşda herin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button