H’emû nûçeSereke

Li gorî melûmetîyên pêşda stendî, koma azêrîyaye sîlihkirî sînorê Ermenîstanêra derbaz bûye û du leşkerên ermenî revandine: komîtêya lêpirsînê

Li gorî melûmetîyên pêşda stendî, koma azêrîyaye sîlihkirî sînorê Ermenîstanêra derbaz bûye û du leşkerên ermenî revandine. Derheqa wê yekêda nava elametîya komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînêda hatîye gotinê.

“Leşkerên wezîreta Ermenîstanêye parastinê Harûtyûn Hovagîmyan û Karên Gazaryan 26 ê gulanê berê evarê  seheta 6:30 deqe bi avtomaşîna barbir  xurek cîguhastî tabîyên li alîyê başûr-rohilatê kirine û paşê wextê ku ew paşda vegerîyane, pêwandîya tevî wan unda bûye.Nava encamên xebatên gera bona wan, avtomaşîne li ser rê hatîye dîtinê, lê avtomaşînêda jî tivingeke AK- 74 hebûye, lê herdu leşker nehatine dîtinê.

Li gorî melûmetîyên pêşda stendî, koma azêrîyaye sîlihkirî sînorê Ermenîstanêra derbaz bûye û ew leşker revandine. Girêdayî wê yekêra îş hatîye vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button