H’emû nûçeSereke

Li hebsên Adirbêcanê hejmara dîlên ermenîye leşkerî bere-bere zêde dibe, dewsa wê ku wana aza berdin: Marûkyan

Baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan daye dîyarkirinê, wekî  li hebsên Adirbêcanê hejmara dîlên ermenîye leşkerî bere-bere zêde dibe, dewsa wê ku wana aza berdin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Marûkyan derheqa wê yekêda mîkrobloga xweye Twittere da nivîsîye û derheqa revandina du leşkerên ermenî daye dîyarkirinê.

“Ji axa Ermenîstana serbixewe du leşkerên ermenî hatine revandinê. Bi vî cûreyî li hebsên Adirbêcanê hejmara dîlên ermenîye leşkerî zêde dibe, dewsa wê yekê ku wana aza berdin. Adirbêcan gerekê hemû  dîlên ermenîye leşkerî û merivên sîvîl aza berde, çimkî ew hemû jî bi neqanûnî li hebsên Adirbêdcanêda tên xweykirinê”,- Marûkyan nivîsîye.

Êdmon Marûkyanê bayloz nava nivîsara xweda navên sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê pêwandîyên der Jozêp Borêl daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button