H’emû nûçeSereke

Nava rojeva hevdîtina 1 ê hezîranêye li Kîşnêvê, îmzekirina qayîlnivîsara derheqa aşîtîyêda tune: wezîreta karên der

Gotûbêjkirinên dora aşîtîyê, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wextê hevdîtina 1 ê hezîranêye li Kîşnêvê wê berdewabin û îmzekirina qayîlnivîsarê nava rojevêda tune.

Derheqa wê yekêa berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gotîye û çawa bersiva  elametîya bayloza Adirbêcanêye li Fransîyayê Lêyla Adûlayêvayê şirove kirîye. Li gorî elametîya Abdûlayêvayê hatibû dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê diqewime 1 ê hezîranê li Moldovayê qayîlnivîsara aşîtîyê îmzekin.

“Gotûbêjkirinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yên bona normalkirina pêwandîya û qayîlnivîsara derheqa aşîtîyê berdewam dibin. Me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî alîyê ermenî wê wî çaxî bona îmzekirina qayîlnivîsarê amadebe, dema ku pirsgirêkên sereke bêne helkirinê. Em difikirin wekî gotûbêjkirin wê 1 ê hezîranê li Kîşnêvê berdewambin. Nava rojeva hevdîtina li Kîşnêvê, îmzekirina qayîlnivîsarê tune”,- ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button