H’emû nûçeSereke
Provînsîya Dihokê 54 salîya xwe dide dîyarkirinê

27 ê gulanê, provînsîya Dihokê 54 salîya xwe da dîyarkirinê û wextê wê cejinê wekîlên gelek ola û komên êtnîkî amade bûne. Merasîma cejinê li parka Newrozê, ya li bajarê Dihokê hatîye pêkanînê.
Dihok, sala 1969 a bi fermî bûye provînsîya. Pêşîya wê yekê ew dikete nava provînsîya Mûsilê.
Dihok bi tebyeta xweva berbiçeve û ew yek bala tûrîsta dikişîne ser xwe.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî rûpelê xweyî Twittere da Dihok pîroz kirîye û razalixî elamî binelîyên provînsîyayê kirîye, bo mêvanhizî û welatîhizîya wan.







