H’emû nûçeSereke
Revandina leşkeraye neqanûnî cêribandina wê yekêye ku Adirbêcan ji borcdarîyên xwe paşda disekine: wezîreta karên der
Revandina leşkeraye neqanûnî cêribandina wê yekêye ku Adirbêcan ji borcdarîyên xwe paşda disekine. Derheqa wê yekêda rûpelê Twittere da, yê wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.
“Em bangî desthilatdarîya Adirbêcanê dikin, ku leşkerên ermenî aza berdin û hemû borcdarîyên derheqa azaberdana dîlên leşkerîda, yên nava elamtîya 9 ê mijdara sala 2020 î û usa jî li gorî bangên hevkar û organîzeyên navneteweyî biqedînin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.