H’emû nûçeSereke

Elîyêv gefa duxwe ku wê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke, heger ermenîyên Qerebagê ji girtina korîdora Laçînê “dersa hilnedin”: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der, girêdayî gefxwerinên serokê Adirbêcanêra, elametî belav kirîye, kîjanêda hatîye gotinê:

“Wezîreta Ermenîstanêye karên der guhdarîya civaka navneteweyî teglîfî ser elametîyên serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêve agrêsîv dike, yên ku 28 ê gulanê hatine belavkirinê, bi wê armancê ku cedandinên Ermenîstanê û hevkarên navneteweyî, yên bona aşîtî, qewînbûn û ewlehkarîya herêmêne, bêne betalkirinê.

Serokê Adirbêcanê careke mayîn bi qewatê gefa duxwe, dibêje wekî wê  li Qerebagê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke. Pêwîste bê dîyarkirinê, wekî serokatîya Adirbêcanê mînanî berê pevketinên pêşda destanî pêpes dike û hesab hilnade, nava wanda usa jî xalên elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î û usa jî prînsîpên mafê navneteweyî.

Şedetîya wê yekê xeberên Elîyêv didin.Bi kontrolkirina korîdora Laçînê, Adirbêcanê pêwandîyên di navbera Qerebagê û Ermenîstanê daye teribandinê. Nava wê hemtêkstêda Adirbêcan wê yekê venaşêre, gefa duxwe ku wê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke, heger ermenîyên Qerebagê ji dorgirtina korîdora Laçînê “dersa hilnedin”. Mixabin, bi vê yekêva tevayî, dewsa wê yekê ku nava doranên mêxanîzma navneteweyîda tevî wekîlên Qerebagê dîyalogê destpêkin, serokê Adirbêcanê gefa duxwe.

Kirinên wî cûreyî dijî fikirdarîya hevraxeberdanane.

Komara Ermenîstanê guhdarîya civaka navneteweyî teglîfî ser wê yekê dike, wekî serokê Adirbêcanê bi elametîya xwe mecala saz dike, ku agrêsîyayê dijî binelîyên Qerebagê destpêke.

Ew yek jî balkêşe, wekî serokê Adirbêcanê ne tenê hindava Qerebagêda gefa duxwe, lê usa jî serbestîya Ermenîstanê û yekbûna têrîtorîyayên wê dike bin şikberîyê.

Bi vî cûreyî serokê Adirbêcanê dijî civaka sîvîlîzasîyon derdikeve, gefa duxwe ku wê têrîtorîyayên Ermenîstanêye nû dagirke.

Ermenîstan dîsa li ser wê tabîyêye ku li herêmê aşîtî îzbatbe. Mixabin, ji axaftinên serokatîya Adirbêcanê û kirinên wê tê kifşê, wekî ew welat helkirina pirsgirêka ne ku bi naskirina sînorên Ermenîstanêye li gorî dêklarasîya Alma Atayê dibîne, lê bi rîya xebitandina qewatê û gefxwerina.

Bona îzinnedayîna bûyarên wî cûreyî, hemû hevkar borcdarin bi qîmetkirinên xweva pêşda bên”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button