
Sîyasetmedarê Îraqêyî sunî, lîdêrê partîya “Ûmma” ê Mîtal al- Alûsî nerihetîya xwe daye dîyarkirinê wekî li parlamêntê guhartin derheqa byûcêya dewletêda hatine kirinê.
Wextê hevpeyvîna tevî “ BasNews” ê Alûsî gotîye wekî ew guhartin zîyanê didine berjewandîyên cimeta kurd û bi wê yekê dicêribînin serokatîya serokwezîr Mehmed As Sûdanî bidine teribandinê.
25 ê gulanê komîtêya fînansî, ya parlamênta Îraqê, bêyî qayîlkirina di navbera hukumata Îraqê û Kurdistanê guhartin kirine.
Alûsî daye dîyarkirinê, wekî bûyarên wî cûreyî zîyanê didine berjewandîyên Îraqêye miletîyê û dicêribînin hukumatê bidine zeyîfkirinê, û ewlehkarîya dewletê.