H’emû nûçeSereke

Serokwezîr li ser wê fikirêye, wekî vekirina rêyên herêmî wê karê bide pêşkeftina êkonomîka Ermenîstanê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, wekî têmake li Moskvayê gotûbêjkirî jî derheqa vekirina rêyên herêmîda bûye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokwezîr derheqa wê yekêda wextê civîna komîsîya parlamêntê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ewî li Moskvayê tabîya alîyê ermenî îzbat kirîye, daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan bona  vekirina rêyên herêmî amadeye, lê ew gerekê bin kontrola Ermenîstanêdabin.

“Ez difikirim, wekî tabîya me ya çêkirinêye û em amadene beribi vekirina rîya herin û ez li ser wê fikirême, wekî dema ku ew yek bibe, ewê jî karê bide pêşkeftina êkonomîka Ermenîstanê.

Mixabin, helkirina wê pirsê tenê meva girêdayî nîne. Heger ew yek meva girêdayîbûya, wê zûva helkirîbûya”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button