H’emû nûçeSereke

Encamê êkonomîya Ermenîstanêye hundur bi 12,6 selefîva zêde bûye û ew hejmar cîhanêda yê çaraye: wezîr

Encamê êkonomîya Ermenîstanêye hundur bi 12,6 selefîva zêde bûye û ew hejmar cîhanêda yê çaraye. Derheqa wê yekêda, wextê gotûbêjkirina byûcêya sala 2022 a, wezîrê Ermenîstanyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.

“Sala derbazbûyî zêdaya êkonomîya hundur gihîştîye 12,6 selefî û ew yek li gorî fonda peraye navneteweyî li cîhanê yê çaraye û ew têmp nava sê mehên sala îsaline ewlinda tê xweykirinê”,- Kêrobyan gotîye.

Wezîr usa jî navê wan welata daye, yên ku dinîyayêda gihîştine pêşkeftina êkonomîkî: Gayana, ya ku bi neftê pêşda çûye, paşê Fîcî û Sênt Lûçîya, li kîderê ew yek tûrîzmêva girêdayîye. Cîhê  çarada Ermenîstane, cîhê pêncada jî Îrlandîyaye û bi gotina Kêrobyan Îrlandîya ew welatê pêşkeftîye tek-tenêye, li kîderê pêşkeftina êkonomîkîye wî cûreyî heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button