H’emû nûçeSereke

Jin jî wê herine leşkerîyê: sîstêma qulixkirina bi rezedilî û borcdarî tê amadekirinê

Bona jina sîstêma qulixkirinêye bi rezedilî û borcdarî tê amadekirinê.

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan li komîsîya parlamêntêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê derheqa projeya qanûnêda raber kirîye.

“Ew yek girînge wekî jin jî wek mêra li ser xwe çawa welatîyên tam hesabkin, nava wê yekêda usa jî pirsa parastina welêt. Em hercar derheqa mafên jinada xeber didin, didine dîyarkirinê, wekî gerekê wana biparêzin, lê ez difikirin, wekî jin diha qewatin”,-Papîkyan gotîye.

Qulixkirina jina bi wedê şeş meha têra tê dîtinê.Heger ew bi temamî şeş meha qulixkin, wî çaxî wê mîlyonek diramî bistînin. Lê heger rûyê tendurustîyêda pirsgirêk pêşda bên, wî çaxî ew pere wê li gorî hesabên meha bên parevekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button