H’emû nûçeSereke

Li gorî hesabên pêşda kirî, bona dasekinandina rêyên hesinî, yên li Ermenîstanê, ji duda hetanî sê sal wê pêwîstbe: cîgirê serokwezîr

Nava doranên vekirina rêyên herêmîda, bona vekirina rêyên hesinîye li Ermenîstanê, li gorî hesabên pêşda kirî wê ji duda hetanî sê sal pêwîstbe.

Grîgoryan daye dîyarkirinê,wekî rîya hesinî bona herêmê dikare bibe helkirina kardar.

“Em helkirinên usa dixwezin, kîjan wê rola Ermenîstanê li herêmê bidine qewînkirinê û zêdekirinê, çawa pirsa locîstîkî. Rîya hesinî niha ya here kardar tê hesabê û bi hesabên pêşda kirî ew xebat dikarin ji duda hetanî sê sala bikişînin”,-cîgirê serokwezîr gotîye.

Cîgirê serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî diqewime nava vê hevtêda hevdîtina koma xebatêye sêalî, ya bi beşdarîya cîgirên serokwezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê, pêk bên û ewê jî beşdarî wê hevdîtinê bibe.Wextê wê hevdîtinê, tenê pirsên vekirina rîya wê bêne gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button