H’emû nûçeSereke

Pirsa korîdorê bona Ermenîstanê xeta sore, ew pirs wê neyê gotûbêjkirinê: Mihêr Grîgoryan

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan her dem jî amade bûye  dora pirsa vekirina rêyên herêmî xeberde, lê pirsa korîdorê wê gotûbêj neke, çimkî ew yek bona Ermenîstanê xeta sore. Cîgirê serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî bona pirsa rêyên herêmî, hema ji destpêka koma xebatêye sêalî, beşdarî kîjanê bûye ew jî, Yêrêvana fermî  her dem gotîye  hemûya, wekî Ermenîstan amadeye pirsên vekirina rîya gotûbêj bike.

“Ya ewlin ewe, wekî sîstêm, derheqa kîjanada em dibêjin, gerekê sîstêmên Ermenîstana serbixwebin û ya duem jî ewe, ku kontrola Ermenîstanê li ser rêyên wêbe.Nava doranên wan prînsîpada em her dem jî amade bûne û niha jî em amadene wê têmayê bidine pêşxistinê û bi fikira min ev yek bona Ermenîstanê jî karadare. Feqet pirsa korîdorê wê neyê gotûbêjkirinê, ew yek bona me xeta sore”,- Grîgoryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button