H’emû nûçeSereke

Wezîrê êkonomîkayê derheqa seredanên tûrîstada xeberdaye û gotîye wekî sala îsalin wê wî alîda bibe rêkord

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan derheqa seredanên tûrîstada xeberdaye û gotîye wekî sala îsalin wê wî alîda bibe rêkord, heger dijwarîyên mezin tunebin.

Kêrobyan derheqa wê yekêda wextê gotûbêjkirinên li parlamêntê gotîye.

Ewî gotîye, wekî nava çar mehên sala îsaline ewlinda 630 hezar tûrîst hatine Ermenîstanê û ew hejmar ji hejmara sala 2019 a bi 35 selefîva bilinde. “Ev yek  îzinê dide bifikirin, wekî îsal wê bibe sala rêkordê, heger pirsgirêkên mezin tunebin”,- wezîr gotîye.

Deh sal pêşda, li gorî lêkolîna kirî, tûrîstekî li Ermenîstanê 800 dolar xerc dikir. Wezîretê lêkolîna nû kirîye û encamên wê lêkolînê hê nehatine tomerîkirinê, lê Kêrobyan gotîye, wekî niha tûrîstek li Ermenîstanê 1200 dolarî xerc dike.

Em bêjin, wekî pêşda wezîr gotibû, wekî sala 2022 a mîlyonek 660 hezar tûrîst hatine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button