H’emû nûçeSereke

Nava rojeva Ermenîstanêda pirsa endamtîya nava dewleta Yekbûyîda tune: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê elametîya serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko şirove kirîye, bi kîjanê Lûkaşênko gotibû, ku heger xwestin hebe, Qazaxstan û komarên Sovyêta berê dikarin bibine endamên dewleta Yekbûyî.

“Derheqa wê pirsêda serokwezîrê Ermenîstanê çileya sala 2023 a gotîye û daye dîyarkirinê,wekî nava rojeva Ermenîstanêda pirsa wî cûreyî tune”,-Badalyanê gotîye.

Em bîr bînin, wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê prêss-konfêransa 10 ê çileya sala 2023 a gotibû, wekî ji alîyê Rûsîyayêda pêşnîyara fermî, ya derheqa endamtîya nava dewleta Yekbûyîda Ermenîstanê nestend.

Serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko çend roj pêşda gotibiû, ku heger kesek girêdayî pirsa sîlihê atomîva nerihete, gerekê bighîje  tifaqa Rûsîyayê û Bêlarûsê û li cem hemûya jî wê sîlihê atomî hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button