H’emû nûçeSereke

Sala 2022 a ji Rûsîyayê 790 000 meriv hatine Ermenîstanê: wezîrê fînansa

Sala 2022 a hejmara tûrîstaye li Ermenîstanê gihîştîye mîlyonek 666 000 merivî, ji kîjana 790 000 ji Rûsîyayêne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan gotîye.

Şandina peraye ji der bi 2,9 cara zêde bûye û bi gotina wezîr ew yek wê pirsêva girêdayîye, wekî ji Rûsîyayê niha diha zêde pera dişînine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button