H’emû nûçeSereke

ŞAY  nava pirsa çêkirina pêşeroja gulvedayî û bêqezîya li rex Ermenîstanêye: bayloz

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li rex Ermenîstanêye bona ku pêşerojeke vekirî, gulvedayî û bêqezîya li Ermenîstanê hebe.

Derheqa wê yekêda bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li  Ermenîstanê Krîstîna Kwînê gotîye.

“Ez dixwezim xeberên pesindayînê derheqa cimeta ermenîda bêjim bona wê yekê,  wekî tevî dijwarîyên ewlehkarîyê Ermenîstanê rîya dêmokrasîyayê daye pêşîya xwe.Bi vê yekê Ermenîstan dibe xaleke ku ronayê dide, derheqa kîjanêda me nava raporta Freedom House ê da dît. Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî li ser vê rê li rex weye bona ku pêşeroja we vekirî, gulvedayî û bêqezîyabe”,- baylozê gotîye.

Ewê serda zêde kirîye, wekî li welatê wê mafên mêriv girîngin û  wê yekê bona qîmetkirina nakin, lê dersên dîrokê tên hesabhildanê.

Kwînê serda zêde kirîye, ku ew bi wê xebatê firnax dibe, ya ku li Ermenîstanê bona qewînkirina dêmokrasîyê û parastina mafên mêriv tê kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button