H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê opêrasîyona leşkerî dijî Qerebagê mîyaserke: Elîyêv her dem cêribandîye gefxwerinên xwe mîyaserke: Samvêl Mêlîksêtyan

Samvêl Mêlîksêtyanê sîyasîzan wextê hevpeyvîna tevî Factor TV ê gotîye, wekî ew ji alîyê Adirbêcanêda ssênarekê tîne ber çevê xwe ku Adirbêcanê dijî Qerebagê qewata leşkerî bide xebatê û serda zêde kirîye wekî pêwîste ku bona wê ssnarê amadebin.

“Bi agrêsîya leşkerî û bi okûpasîya axa Ermenîstana serbixwe, Adirbêcanê bi wê armancê şantaj kir ku Ermenîstan ji dewekarîyên xweye girêdayî pirsa Qerebagêra paşda bisekine. Ev yek stratêcîya wane. Ez difikirim, wekî Adirbêcanê dijî Qerebagê opêrasîyona leşkerî mîyaserke, çimkî hetanî niha Elîyêv her dem cêribandîye gefxwerinên xwe mîyaserke. Heger em nikaribin binelîyên Arsaxê ji êrîşa Adirbêcanêye leşkerî biparêzin, pêwîste ku wana ji wir bidine derxistinê. Elîyêv difikire, wekî piştî çend sala eskerê ermenî wê bona wan bibe qezîya û niha jî ew gefxwerinên xwe zêde dike.Elîyêv niha derbazî pirsa belavkirina organên desthilatdarîya Arsaxê bûye û nava salên pêşerojêda ewê bibe armanca wîye sereke”,- Samvêl Mêlîksêtyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button