H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan xetên sor, yên Ermenîstanê, yên dora peymana aşîtîyêye tevî Adirbêcanê raber kirine

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye, wekî Ermenîstanê bi axa ji 29 800 çargoşe kîlomêtirî kêmtir tevî Adirbêcanê peymanê qol neke. Sîmonyan usa jî gotîye wekî nava axa Ermenîstanêra wê  korîdora cuda bona Adirbêcanê neyê dayînê.

Derheqa vê yekêda Alên Sîmonyan wextê qisa tevî rojnamevana gotîye.

“29 800 çargoşe kîlomêtir me kirîye nava rojevê. Wê yekê usa jî derheqa korîdorêda dikarim bêjim, me çendik-çend cara gotîye wekî korîdor wê tunebe û tiştê usa nikare hebe û ew gotin bona me xeta sore”,- Sîmonyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê,wekî bona Ermenîstanê ew yek girînge, ku lîstikçîyên navneteweyî bibine garantên peymana aşîtîyê, Sîmonyan gotîye, wekî hemû merkez, li kîderê hevraxeberdan pêk tên, amdene bibine garant.

“Ew yek jî pirseke mayîne ku wê çawa bê stendinê. Ya girîng ewe wekî garanta usa hebe, ya ku wê pevketinê hilde ser xwe. Elametîya 9 ê mijdarê min razî nake û ez gumanim bona cimeta Ermenîstanê jî usaye”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button