H’emû nûçeSereke

Birîyara nû: ŞAY wê beşdarî xebatên qîmetkirina ewlehkarîya stansîya Ermenîstanêye atomî bibe

Hukumata Ermenîstanê begemîya xwe daye projeya derheqa hevkarîya di navbera komîtêya Ermenîstanêye ewlehkarîya atomî û komîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya koordînasîya atomî.

Qayîlnivîsar 14 ê adara sala 2023 a li Waşîngtonê hatîye îmzekirinê.

Pêşda jî Ermenîstanê nava vê govekêda qayîlnivîsara derheqa hevkarîyêda tevî alîyê amêrîkî îmze kirîye.

Qayîlnivîsara nû têra dibîne bi wedê xebitandina stansîya atomî bidine dirêjkirinê, wextê çêkirina stansîya atomîye nû ji Ştatên Yekbûyî piştgirîya qîmetkirinê û şirovekirinê bistînin.

Hukumat bi birîyara xwe îzbatkirina qayîlnivîsarê çawa gaveke kardar hesab dike.

Gava mayîn îzbatkirina ji alîyê parlamêntêdane û paşê îmzekirina serokkomar.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button