Heger dîyaloga Bekû-Stêpanakêrt pêk neyê, pirsgirêk wê hel nebin: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan difikire, wekî dîyaloga di navbera Stêpankêrtê û Bekûyêda, ya bin bandora mêxanîzmên navneteweyî usa jî bona Adirbêcan girînge, çimkî eger ew dîyalog pêk neyên, pirsgirêk wê hel nebin.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokê parlamêntê derheqa wê yekêda gotîye rojnamevana.
Çawa bersiva wê pirsê, wekî sazbûna dîyaloga navneteweyî, ya Bekûyê û Stêpanakêrtê, gelo bona Ermenîstanê tiştekî prînsîpyale, bi hesabhildana wê yekê, wekî Adiribêcan wê yekêra qayîl nabe, Alên Sîmonyan gotîye:
“Em gerekê bighîjine wê yekê,ku Adirbêcan derheqa wê yekêda xeberde, çimkî heger usa nebe, bona Adirbêcanê jî wê dest nede, wê cîhekî vekirî bimîne û nava salada wê nikaribe ew cîhê vekirî bigrin. Heger Adirbêcan tevî binelîyên Qerebagêye ermenî xeber nede, ew birîn wê rojekê rezê xwe bide”,- Sîmonyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî rola faktora navneteweyî û hukumê navneteweyî mezine. Vî alîda, bi gotina serokê parlamêntê, açixîyên Ermenîstanê hene.