H’emû nûçeSereke

Pirsên ewlehkarîyê û maf, usa jî yên dîyarkirina sînora, peymana aşîtîyê hatine gotûbêjkirinê: Mîşêl

Serokê Şêwira Avropayê  Şarl Mîşêl elam kirîye, wekî hevdîtina tevî Elîyêvê serok, Paşînyanê serokwezîr, serokê Fransîyayê û kanslêrê Almanîyayê ya baş bûye.

“Mecala me hebû ku em derheqa wan têmada xeberdin, kîjan me meha gulanê li Bryûsêlê gotûbêj kiribû. Gilî derheqa kifşkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û pirsên ewlehkarîya sînorada, usa jî peymana aşîtîyêdane”,-Şarl Mîşêl piştî hevdîtinê gotîye.

“Ev hevdîtin bona hevdîtina mayîn amadekarîya baş bû. Hevdîtina mayîn wê 21 ê tîrmehê li Bryûsêlê pêk bê. Ev yek dide kifşê, ku em bi kel û ced dixebitin û meremê me heye ku em piştgirîyê bidine cedandinên baş.Min usa jî gotîye wekî armanca min ewe, ku ez careke mayîn Elîyêvê serok, Paşînyanê serokwezîr, Şolsê kanslêr û Makronê serok vexwendî hevdîtina li Îspanîyayê bikim. Ew yek dide kifşê, ku emê hemû tiştî bikin ku alî pêşkeftina pêwandîya bikin”,-Mîşêl gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button