Girêdayî dasekinandina rîya hesinîra, ya Yêrasx-Culfa-Mêgrîyêra hevraqayîlbûn hatîye destanînê

Bi meremê mîyaserkirina pevketinên destanî, yên wextê hevdîtina 25 ê gulanêye li Moskvayê, li paytextê Rûsîyayê civîna koma xebatêye sêalî, ya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêv pêk hatîye.
Civîn nava atmosifêra çêkirinêda derbaz bûye.Nava pirsa hevraqayîlkirina cûrên organîzekirina vekirina rêyên transportêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêşkeftin dîyar bûye. Bi taybetî hevfemkirina tomerî hatîye destanînê, ku rîya hesinîye Yêrasx-Culfa- Mêgrî-Horadîs bê dasekinandinê û bona wê yekê gavên konkrêt bêne avîtinê.
Derheqa encamên hevraxeberdanên pêkhatîda wê raberî serokatîyên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanê bikin.
Alî pevketine, ku xebatên koma sêalî berdewam bikin.