H’emû nûçeSereke

Mecalên mîyaserkirina bernamên învêstîsîyon, yên Çînistanêye li Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê  Vahan Kêrobyan dêlêgasîya Çînistanêye arxêolocî û deranîna rêsûrsa qebûl kirîye.

Ji wezîreta êkonomîkayê ragîhandine, wekî destpêka hevdîtinêda mêvana derheqa wê yekêda dane dîyarkirinê,wekî korporasîya wan bi temamî ya dewletêye û şuxulkarîya wane hîmlî govekên arxêolocî û lêkolînên deranîna rêsûrsava girêdayîye.

Vahan Kêrobyan daye dîyarkirinê, wekî deranîna rêsûrsên tebyetê li  Ermenîstanê çiqleke êkonomîkayêye girînge û van axirîya hukumata Ermenîstanê stratêcîya pêşxistina wê govekê qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê mecalên mîyaserkirina bernamên învêstîsîyon  hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button