H’emû nûçeSereke

Piştî merasîma sondxwerina Êrdogan nava sîyaseta Enqerêda netewperestî wê diha zêde dîyarbe: tirkolog

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan wê zûtirekê teşkîla hukumata nû belavke.Li gorî çapemenîya tirka, nava desthilatdarîyêda îdî  têma derheqa parevekirina qulixada tê gotûbêjkirinê. Pêşezan dibînin, wekî Êrdoganê li kabîneya xwe gelek cîha wê bide hêzên miletçî. Bi qîmetkirina hineka ew yek îdî derheqa wê yekêda dibêje, wekî ambîsîyayên Êrdogan wê diha agrêîsvbin, nava wêda usa jî hindava Ermenîstanê û ermenîyada.Tirkolog têra dibînin, wekî gavên dijî ermenîya wê zêdebin.

Tirkolog  Rûbên Mêlkonyan difikire, wekî nava vê êtapa serkarîkirinêda, Êrdoganê sîyaseta netewparestîyê bide sertkirinê û ew li Tirkîya îroyîn sîmvola îslamîzmê û miletçîtîyêye.

Tirkolog  Hakob Çakiryan jî difikire, wekî netewparestî wê li Tirkîyayê sertbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button