H’emû nûçeSereke

Axa Ermenîstanê û Adirbêcanê wê nava peymana aşîtîyêda neyê kifşkirinê: Mîrzoyan

Nava peymana bona pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê derheqa axa Ermenîstanê û Adirbêcanêda neyê dîyarkirinê. Elametîyên derheqa 29 800 çargoşe  kîlomêtrê Ermenîstanê û 86 600 çargoşe kîlomêtrê Adirbêcanê, yên sîyasîne û bona wê yekêye, ku dewekarîyên herdu welata tunene.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye.

“Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî ew têra divîne wekî wextê naskirina dewleta nava peymanada tu cara nayê dîyarkirinê, ku ew ax çiqase.

“ Elametîyên derheqa yekîtîya têrîtorîya elametîyên sîyasîne û ew derheqa wê yekêdanin, wekî Ermenîstan dewê ji Adirbêcanê nake û Adirbêcan jî ji Ermenîstanê dewê nake. Ez nafikirim, wekî em gerekê derheqa wê yekêda nava peymana bona îzbatikirina pêwandîya bidine kifşê”,-Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button