H’emû nûçeSereke

Baştire, ku tu tiştî elam nekin, ne ku elametîya belavkin, yên ku gotina Bekûyê dikine ya lêgîtîmî: Mîrzoyan derheqa Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv her deme elam kirîye, wekî ji alîyê wêda hemû tişt amadeye ku mîsîya xwe bişîne Ermenîstanê, lê alîyê ermenîya qewilê xwe pêşda dikişîne, derheqa agrêsîyayêda dide dîyarkirinê. Gelo bona çi nava sê salada cara ewlin qewil tê pêşdakişandinê, lê ne ku li ber dijmina, lê li ber hêz û welatên dost. Heger qirar kirine bi qewila xeberdin, bona çi vî cûreyî derheqa pêwandîyên Tirkîyayê û Ermenîstanêda nabêjin? Derheqa wê yekda parlamêntvana ji frakîsya “Ermenîstan” Krîstînê Vardanyanê pirs daye wezîrê Ermentstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan.

 Çawa bersiva wê pirsê, Ararat Mîrzoyan gotîye: “Mecala me hebûye, ku em tabîya xwe zelal bidine kifşê û we çi got, em gelek cara ji hevkarên xweye mayîn dibihên, ku em qewila pêşda dikişînin.

 Qewil tunene, nava projeya birîyarêda ew yek heye, wekî meha îlonêda  axa Ermenîstana serbixwe hatîye teribandinê, sînor hatîye teribandinê û hewcetî heye mîsîya monîtorîngê bişînin. Bi fikira me, ev yek gerekê bibe bersiva yekîtîya leşkerî-sîyasî, endamên kîjanêne em.

Ji alîyê hevkarê meda hetanî niha ew yek tunebûye.Nehatîye dîyarkirinê, wekî axa Ermenîstana serbixwe wextê agrêsîya meha îlonê hatîye teribandinê.Usa dertê, wekî gotina Adirbêcanê ya lêgîtîme. Baştire ku tifaqdarên  me tu tiştî elam nekin, lê ne ku bikin û  bi wê yekê gotina Adirbêcanê dibe ya lêgîtîm, ku heger xeta sînor tune, meriv nikare tu kesî gunehkarke, bêje wekî kesek ketîye topraxeke mayîn”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button