H’emû nûçeSereke

Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bona dîyarkirina sînora pevketina dawî, ya dora xerîtaye konkrêt tune: Mîrzoyan

Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bona dîyarkirina sînora pevketina dawî, ya dora xerîtaye konkrêt tune, lê xerîta sala 1975 a çawa bingeh bona Ermenîstanê helkirina qebûlkirinêye.

Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê, wextê dayîna bersiva pirsên parlamêntvana gotîye.

“ Bi çiqasî gerekê xebatên dîyarkirina sînora bêne mîyaserkirinê, derheqa wê yekêda hê pevketina dawî tune. Feqet, ew yek heye, ku wan xebata li gorî dêklarasîya Alma Atayê mîyaserkin.  6 ê cotmeha sala derbazbûyî li Prahayê dora vê yekê pevketin hatîye destanînê, ku bi kîjan xerîtê wê yekê bikin , lê pevketin tune”,- Mîrzoyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî wîva eyane, ku wextê gotûbêjkirina dawî, ya li Kîşnêvê, serokê Adirbêcanê derheqa xerîta sala 1975 a da tu tişt negotîye.

“Gilî derheqa wê xerîtêdane, dora kîjanê hevfemkirin û amadebûn heye ku xebata berdewamkin. Em difikirin wekî bi xerîta sala 1975 a yekîtîya têrîtorîyayên hevdu naskin û li ser wê bingehê xebatên dîyarkirina sînora destpêkin. Ew yek bona Komara Ermenîstanê tiştê qebûlêkirinêye.Feqet qayîlîya bona xerîta konkrêt hê tune”,- wezîrê karên der gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button