Gelo xebatên bona çêkirina bloka nû, ya stansîya Ermenîstanêye atomî wê kengê destpêbin?

Dawîya sala 2024 a, yanê jî destpêka sala 2025 a , li gorî pevketinên pêşda destanî, li Ermenîstanê wê xebatên çêkirina bloka nû, ya stansîya Ermenîstanêye atomî gerekê destpêbin. Li gorî hesabên pêşda kirî, ku gelo bloka nû wê çi bihayîbe, hatîye dîyarkirinê, wekî ewê bighîje ji sisîya hetanî pênc mîlîyard dolarî. Pêşezan difikirin, wekî bona Ermenîstanê ênêrgêtîka atomî pêwîste. Feqet nava van hevtîyên dawîda dîsa xeberdanên derheqa çêkirina rêaktorên modûlêye biçûkda aktîv bûne. Zûtirekê ji Yêrêvanê dêlêgasîyayê here Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ku dîsa nasîya xwe bidine têknolocîya rêaktorên modûlê.Feqet pêşezanên “Rosatom” ê û ênêrgîya atomî li Yêrêvanê berev bibûn.
Bona Ermenîstanê pêwîste, ku ênêrgêtîka wêye atomî hebe û bo wê yekê jî têra tê dîtinê hetanî sala 2036 a bloka nû, ya bi qewata 1000 î hetanî 1200 mêgavatî çêkin. Bloka niha hê dixebite. Mêxanîzma dirêjkirina wedê xebata bloka niha ewe, ku piştî çend sala careke mayîn rêaktor bê kontrolkirinê û bo wê yekê xebatên anegor bên mîyaserkirinê. Sala 2021 ê xebatên wî cûreyî hatine kirinê, bi saya kîjana wedê xebata hetanî sala 2026 a hate dirêjkirinê.