H’emû nûçeSereke

Hewceye  ku ji alîyê Adirbêcanêda naskirina 29 800 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanê bi massayî bê îzbatkirinê: wezîrê karên der

Ermenîstan hêvîdare, wekî serokatîya Adirbêcanê wê usa jî bi massayî îzbatke ku ew yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê, 29 800 çargoşe kîlomêtir axa wê nas dike, heger usaye   Ermenîstanê bifikre wekî Adirbêcan dewa axa Ermenîstanê dike.

Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê gotûibêjkirinên li parlamêntê, yên girêdayî byûcêya sala 2022 a ra, gotîye.

Wezîrê karên der daye dîyarkirinê, wekî serokê Adirbêcanê bi dengê bilind derheqa wê yekêda elam nekirîye, wekî ew 29 800 çargoşe kîlomêtir axa Ermenîstanê nas dike. Feqet, wextê hevdîtina bi beşdarîya serokê encûmana Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Adirbêcanê li wir bûye, li kîderê hatîye gotinê,wekî herdu welat yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin.

“Piştî wê yekê ji alîyê Adirbêcanêda ew yek nehatîye înkarkirinê. Ew elametî  wextê hevdîtinên mayîn jî hatîye kirinê.Adirbêcan înkar nake û dibêje, wekî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas dike. Feqet hewcetî heye ku ew bi dengê bilind bê îzbatkirinê. Heger usa nebe, emê dîsa bifikirin, wekî Adirbêcan bi sîyaseta xwe dewa axa Ermenîstanê dike”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button