H’emû nûçeSereke

Sala derbazbûyî li Ermenîstanê du wekîltîyên dîplomatî hatine hîmdanînê

Sala derbazbûyî li Ermenîstanê du wekîltîyên dîplomatî hatine hîmdanînê. Li Ermenîstanê ofîsên baylozxana padişatîya Îspanîyayê û Komara Domînîkî hatine vekirinê. Li Kapanê jî konsûlxana Îranê hatîye vekirinê.

Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der li parlamêntê gotîye.

“Sala 2022 a tevî 178 welata pêwandîyên Ermenîstanê hebûne. Sala 2022 a du wekîltîyên nû, yên padişatîya Îspanîyayê û Komara Domînîkê, hatine vekirinê, lê li Kapanê jî konsûlxana Îranê hatîye vekirinê.

Bi axaftina derheqa wekîltîyên Ermenîstanêye dîplomatîyêye li welatên dereke, Mîrzoyan gotîye, wekî sala 2022 a da çar bayloz hatine kifşkirinê: li Avstralîyayê, Zêlandîya Nû, Camaykayê û Makêdonîya Bakûr. Bi tomerî hildayî wekîltîyên Ermenstanêye dîtplomatî li 90 welatane.Xêncî wê yekê  hevt konsûlên nû, yên Ermenîstanê hatine naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button