H’emû nûçeSereke
Ez hêvîdarim wekî evê nebe konsûlxana dawî, ya ku li Syûnîkê tê vekirinê: serokê qeza Syûnîkê derheqa konsûlxana Rûsîyayêda xeberdaye

Çi jî hebe, xebateke mezin hatîye kirinê û ew dikare tehsîra mezin bihêle. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê qeza Syûnîkê Robêrt Gûkasyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî li qeza Syûnîkê konsûlxana Îranê hatîye vekirinê û niha jî Rûsîya dixweze konsûlxana xwe li Syûnîkê veke.
“Ez hêvîdarim, wekî evê nebe konsûlxana dawî, ya ku li Syûnîkê tê vekirinê”,- ewî gotîye.
Çawa bersiva wê fikirê, wekî alîyê rûsa çev berdaye li ser wa gotî “Korîdora Zangêzûrê”, dixweze kontrola xwe li wir îzbatke, Robêrt Gûkasyan gotîye: “Ez nizanim ku kê çi dibêje, lê Syûnîk berê jî, niha jî ya ermenîye. Ew beşeke welatê meye. Her ermenîk gerekê wî cûreyî bifikire û ev yek tiştê gotûkbêjkirinê nîne”.







