H’emû nûçeSereke
Ji 90 î zêdetir êzdî li ser sînorê di navbera Yûnanistanê û Tirkîyayê hatine xilazkirinê
Desthilatdarîya Yûnanistanê nêzîkî sînorê tevî Tirkîyayê 91 kurdên êzdî xilaz kirine û ew cîguhastî merkezê kirine. Derheqa wê yekêda polîsîyayê elam kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nava wê komêda 32 mêr, 25 jin û 34 zarok hebûne.
Beşdarî wê opêrasîyona xilazkirinê bûne xebatkarên xaçê Sor. Çend mîgranta jî gotine, wekî ew ji Sûrîyayê bûne.
Mîgrant ji roja înîyê li sera ada nava çemê Evrosêda bûne. Organîzeyên nehukumatî eşaretî dane desthilatdarîya yûnana. Ev ade di navibera yûnana û tirkada hatîye parevekirinê.
Van axirîya ava çem kêm dibe û bi saya wê yekê mîgrant bi neqanûnî derbaz dibin.