H’emû nûçeSereke

Piştî şikilkişandina dîlên ermenîye leşkerî û usa jî pêşda hukumê ser wan diha întênsîv bûye: Sîranûş Sahakyan

Armanca şikilkişandina dîlên ermenîye leşkerî, ya bi rîya çapemenîya Adirbêcanê ewe ku girêdayî mafên mêrivra li ber civaka navneteweyî qedirê Adirbêcanê bilindkin.Ev yek usa jî bona aûdîtorîya hundur hatîye amadekirinê. Derheqa wê yekêda seroka merkeza mafên navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye.

Em bêjin, wekî têlêvîzîyona Adirbêcanêye civakî şikilên dîlên ermenîye leşkerî kişandine, yên ku gilî dikin, ku giva ew nava qewilên başda tên xweykirinê.

“Li vir em dibînin, wekî bi merivhizîya azêrîya ew xwe ji ermenîya bilindtir digrin, lê ji alîkî mayînva jî hindava dîlên ermenîye leşkerî hewaskarîya civakî pêşda tînin. Belavkirina wan vîdêyoya usa jî hiznekirinê pêşda tînin. Ew meriv tevlîhevbûyîne û bin gefxwerinên hindava jîyana wandanin, bi xwe nikarin tu tiştî bikin.Berî şikilkişandina û piştî wê yekê hukumê li ser wan diha întênsîv dibe, nava wêda usa jî hukumê pisîxolocî”,- Sîranûş Sahakyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button