H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û wekîlê Yekîtîya Avropayê derheqa gotûêjkirinên dora normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdane

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê Qafasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî pirsên derheqa ewlehkarî û qewînbûna herêmîda hatine gotûbêjkirinê.Nava wê hemtêkstêda xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye.Berdewamkirina pêvajoya bêyî elametîyên agrêsîv û gefxwerina girîng hatîye hesabkirinê.
Mîrzoyanê wezîr usa jî cedandinên hevkarên navneteweyî, yên bona helkirina pirsgirêka girîng hesab kirîye.