H’emû nûçeSereke

Qayîlnivîsara derheqa hevkarîya leşkerî-têknîkîda, ya tevî Çêxîyayê bona îzbatkirinê raberî parlamênta Ermenîstanê kirine

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arman Sargsyan qayîlnivîsara derheqa hevkarîyêda, ya leşkerî-tênîkîye di navbera Ermenîstanê û Çêxîyayêda raberî komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pirsên parastinê û ewlehkarîyê kirîye.

“Li gorî wê qayîlnivîsarê, hemû alîyên hevkarîya leşkerî-têknîkî wê bêne raberkirinê, dikevine nava kîjanê govekên senaya leşkerî, anîn û deranîna eşîyayên leşkerî, pêvajoya amadekirina pêşezana û cêrge govekên mayîn.

Li gorî xalên qayîlnivîsarê, usa jî nava çarçoveya hevkarîya komîsîya di navbera hukumatada koma xebatê, ya hevkarîya leşkerî-têknîkî wê bê sazkirinê”,- cîgirê wezîrê parastinê wextê civîna komîsîyayê gotîye.

Arman Sargsyan gotîye, wekî xêncî wê yekê projeya qayîlnivîsarê ji alîyê mehkema konstîtûsîyonda jî hatîye naskirinê.

Komîsîyayê qayîlîya xwe daye qayîlnivîsarê.

Qayîlnivîsara Ermenîstanê û Çêxîyayêye derheqa hevkarîya nava goveka leşkerî-têknîkîda sala 2019 a hatîye îmzekirinê. Piştî  îzbatkirina li herdu welata, qayîlnivîsar gerekê bişuxule.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button