H’emû nûçeSereke

Rûsya pêwandîyên biratîyêye tevî Ermenîstanê qîmet dike: serokwezîrê Rûsîyayê

Moskva pêwandîyên biratîyêye tevî Yêrêvanê qîmet dike, yên ku yên stratêcî û tifaqdarîyêne. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda serokwezîrê Rûsyayê Mîxayîl Mîşûstîn wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Em pêwandîyên biratîyêye bêqelp qîmet dikin, kîjan yên stratêcî û tifaqdarîyêne. Roja îroyîn hevkarîya Rûsîyayê û Ermenîstanêye kirîn-frotanê û êkonomîkî bi aktîvî pêşda diçe, nenihêrî wê yekê, wekî sanksîyayên êkonomîkîye neqanûnî hene, kîjan ji alîyê cêrge welatên nedostda hatine pêşdakişandinê”,-Mîşûstîn gotîye.

Ewî gotîye, wekî ji meha çile hetanî meha nîsanê kirîn-frotana di navbera Moskvayê û Yêrêvanêda bi 96 selefîva zêde bûye û gihîştîye 140 mîlyard rûblîya.

Mîşûstîn bîr anîye, wekî li Ermenîstanê 4500 kompanîyayên rûsî dixebitin û învêstîsîyayên Rûsîyayê nava êkonomîka Ermenîstanêda yên here zêdene.

Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya hewaskare ku nava cêrge govekada hevkarîyê bidine pêşxistinê.

Mîşûstîn usa jî derheqa pirsa vekirinê rêyên transportêye li Qafqasîya Başûr xeberdaye.

“Li gorî pevketinên serokên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê, em xebata koordînasîyon bona vekirina rêyên êkonomîkî û transportêye li Qafqasîya Başûr mîyaser dikin. Sazkirina wê yekê bona berjewandîyên hemû welatên li herêmêye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button