Adirbêcan dicêribîne mîyaserkirina qayîlîyên pêşda destanî bide teribandinê: sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê li civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan wextê civîna sêkrêtarên welatên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bi axaftin pêşda hatîye.
“Armênprêss” ê ragîhandîe, wekî bi xeberdana derheqa ewlehkarîya li herêmê, sêkrêtarê ewlehkarîyê nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan sîyaseta xebitandina gefxwerinên bi qewatê berdewam dike û dicêribîne mîyaserkirina qayîlîyên pêşda destanî bide teribandinê. Bi vî hemû tiştîva Adirbêcan hal ne tenê li ser sînorê ermenîya-azêrîya dide sertkirinê, lê usa jî li Qerebagê û li korîdora Laçînê.
Grîgoryan usa jî gotîye, wekî nasnekirina agrêsîya Adirbêcanêye dijî Ermenîstana serbixwe û cêribandina mîyasernekirina pêvajoya dîyarkirina sînorên ermenîya-azêrîya nikarin hevva bidine girêdanê.
Armên Grîgoryan bangî hevkara kirîye, ku qîmet bidine halê li Qerebagê û gavên anegor biavêjin bona ku 120 000 ermenîyên li Qerebagê rastî paqijkirinên êtnîk neyên. Nava vê hemtêkstêda bona Ermenîstanê pirsa sereke sazkirina mêxanîzma navneteweyî, ya bona çareserkirina ewlehkarî û mafên binelîyên Qerebagêye.







