H’emû nûçeSereke

Bona Ermenîstanê mecala fantastîk çê bûye: Tîgran Sargsyan derheqa sanksîyada gotîye

Sanksîyayên dijî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bona Ermenîstanê mecalên fantastîk çê dikin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanêyî berê Tîgran Sargsyan gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa  Sputnik  Armênîyayê daye.

Sargsyan gotîye, wekî sanksîya tehsîra dubare pêşda tînin, lê eva îdî serê du salaye ku Ermenîstan ji wê yekê karê distîne. Bi gotina Sargsyan, pêşdaçûyîna êkonomîkayê diha gelekî bilinde, ne ku çawa dewletê têra didît.

“Bona Ermenîstanê mecalên fantastîk çê bûne, çimkî kapîtal dikeve  Ermenîstanê. Li welêt bi seda hevaltîyên têknolocîya hatine vekirinê, li kîderê pêşezanên zona Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî dixebitin. Ev hemû tişt çi ku tê çêkirinê, bona zona Avrasîyayêye Êkonomîkîne”,- Tîgran Sargsyan gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî rîsk hene ku Rojava sanksîyayên dijî Ermenîstanê bide berfirehkirinê, lê rîsk û tehsîr pêşda jî hebûne, dema ku sanksîya dijî Îranê hatibûne pêşdakişandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button