H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dixweze civîna Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên klîmayê li cem xwe qebûlke

Armanca Rûsîyayê heye îzinê nede ku civîna 29 a, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî, ya pirsên klîmayê li welatên Yekîtîya Avropayê bê teşkîlkirinê.Hatîye dîyarkirinê wekî mecala Bilgarîyayê heye civînê li cem xwe qebûlke, lê Ermenîstanê û Adirbêcanê jî erzên xwe raber kirine.

Nava miqala  Reutersê da hatîye dîyarkirinê, wekî Bilgarîya û Ermenîstan bona wê yekê berbirî organîzeyê bûne, lê Adirbêcanê nava vê hevtêda navê xwe nava navnîşêda daye  zêdekirinê.

Hatîye gotinê, wekî meha nîsanêda dêlêgasîya Rûsîyayê berbirî Organîzeya Netewên Yekbûyî bûye û elam kirîye wekî ewê piştgirîyê nede kandîdatîya welatê Yekîtîya Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button