H’emû nûçeSereke

Pevketin bona kontrolkirina ji alîyê sînorxweykirinên Rûsîyayêda, ya bona rêyên tevgirêdanên tevî Ermenîstanê nehatîye destanînê

Ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan derheqa wê elametîya cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayêvda şirovekirin belav kirîye, li gorî kîjanê hatîye gotinê, wekî  giva rêyên  ku dibine Nexçêvanê, li Ermenîstanê wê ji alîyê sînorxweykirên Rûsîyayêda bêne kontrolkirinê.

Çawa bersiva “Armênprêss” ê ji ofîsa cîgirê serokwezîr gotine: “Nava gotûbêjkirinên koma xebatêye sêalîda, usa jî wextê hevdîtina dawî, pevketina wî cûreyî nehatîye destanînê. Tabîya Ermenîstanê dîsa ew bûye û niha jî ewe, wekî li gorî xala 9 a, ya elametîya  9 ê mijdara sala 2020 î rêyên têradîtî gerekê bin kontrola welatên anegordabin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button