Sênatorên ŞAY rêzolyûsîya ku Bekûyê gunehkar dike, raber kirine

Sênatorên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Alêks Padîlîan û Marko Rûbîyo rêzolyûsîya raber kirine, bi kîjanê bona girtina korîdora Laçînê Bekûyê gunehkar dikin û bang dikin ku Ştatên Yekbûyî bona hildana vê krîzeya hûmanîtarî gavên anegor biavêjin. Derheqa wê yekêda kongira ermenîyên Amêrîkayê daye dîyarkirinê.Hatîye gotinê, wekî rêzolyûsîya wî cûreyî usa jî ji alîyê Frênk Paloûn û Gaz Bîrîlaksîda hatîye raberkirinê.
“Dorgirtina korîdora Laçînê ya ku rîya tek-tenêye ku Qerebagê Ermenîstanêva dide girêdanê, gaveke nehûmanîtarî û qebûlnekirinêye.Vê dorgirtinê krîzeya hûmanîtarî li Qerebagê saz kirîye, rûyê çida 120 000 ermenîyên Qerebagê ji xurek, dermana û eşîyayên mayîn miqûf mane.Rêzolyûsîya me wê bide zelalkirinê, wekî Ştatên Yekbûyî gerekê gavên anegor biavêje, bona ku Adirbêcan li ber cabdarîyê bisekine”,-Padîlîan gotîye.
Frênk Paloûnê kongrêsmên jî daye dîyarkirinê, wekî ew jî li rex hevalkarên xwe sekinîye û dorgirtina Arsaxêye ji alîyê Adirbêcanêda gunehkar dike.







