H’emû nûçeSereke

Vekirina rîya qayîlnivîsara ermenîya-azêrîyaye aşîtîyêva girêdayî nîne: Mihêr Grîgoryan

Vekirina rîya qayîlnivîsara ermenîya-azêrîyaye aşîtîyêva girêdayî nîne.Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan li Soçîyê wextê dayîna bersiva pirsa ajansa “ARKA” ê  gotîye.

“Ji elametîya 9 ê mijdara  sala 2020 î meriv dikare fem bike, wekî ew xalên cuda-cudane, yên ku derheqa vekirina rêyên êkonomîkî û transportêdanin”,- cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.

Ewî usa jî elametîya Ovêrçûk şirove kirîye, wekî Ermenîstanê bi  xwe birîyarke ku gelo pêwîste bona kontrolkirina sînora alîkarîya Rûsîyayê hebe, yan na.

“Tabîya zelal heye, li gorî kîjanê kontrola gumrikê û sînora wê ji alîyê meda bê mîyaserkirinê. Tiştekî mayîn  nikarim bêjim, çimkî gotûêjkirin hê ser hevda nehatine”,-Grîgoryan gotîye.

Ewî tenê serda zêde kirîye, wekî pirsên di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda wê bê gotûbêjkirinê.

Cîgirê serokwezîr usa jî gotîye, wekî hatîye birîyarkirinê ku dorana pirsa bidine tengkirinê, bona ku pêvajoya gotûbêjkirina bê lezêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button