Nîkol Paşînyan ser navên Vladîmîr Pûtîn û Mîxayîl Mîşûstîn pîrozbahî şandine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê hukumata Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstînra, girêdayî roja Rûsîyayêra, pîrozbahî şandine.Nava pîrozbahîya ser navê Vladîmîr Pûtîn bi taybetî hatîye dîyarkirinê:
“Birêz Vladîmîrê Vladîmîr, ez bi dil We û hemû welatîyên Rûsîyayê girêdayî cejina roja Rûsîyayêra pîroz dikim.
Pêwandîyên tifaqdarîyêye dîrokî, yên di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda nava 30 salên dawîda gihîştine asteke nû.
Hevkarîya welatên me, ya dora pirsên herêmî û navneteweyî li ser prînsîpên berjewandîyên dualî û qedirgirtina dualî hatîye hîmdanînê.
Hêvîdarim, wekî Ermenîstan û Rûsîya, bi pêşxistina pêwandîyên xwe, wê pêşkeftina hevkarîya piralî berdewam bikin, nava wanda usa jî bona çareserkirina ewlehkarî û qewînbûna li herêma Qafqasîya Başûr.
Birêz Vladîmîrê Vladîmîr, bi xebitandina vê mecalê, ez careke mayîn dixwezim We girêdayî vê cejinêra pîrozkim, bo We tendurustîya baş, lê cimeta Rûsîyayêra aşîtîyê, açixîyê û gulvedanê dixwezim”.
Nava pîrozbahîya ser navê Mîxayîl Mîşûstîn bi taybetî hatîye gotinê:
“Birêz Mîxayîlê Vladîmîr, îzinê bidin ku ez girêdayî cejina roja Rûsîyayêra We pîrozkim.Pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê ji kûraya dîrokê tên. Ew yek borcê meye ku em dostî û biratîya qewîn, bona ku vir wada jî pêşkeftina pêwandîyên meye tifaqdarîyê çareserkin, yên bona berjewandîyên welat û cimetên me. Birêz Mîxayîlê Vladîmîr, ez bo We tendurustîya baş û açixîya nava şuxulkarîya dewletêda, lê bona cimeta Rûsîyayê xweşbextîyê û pêşkeftinê dixwezim”.







